Li Mexmûrê sê hummer û tankeke heşa şebî hatin şewtandin

li Mexmûrê tirşika çeteyên Îraqê hat derxistin
کوردستان TV
100%

 

Hêzên pêşmerge li Mexmûrê êrîşeke çeteyên heşda şebî pûç kirin û derbên dijwar li wan dan.

Hêzên Pêşmerge li devera Mexmûrê ya Hewlêrê êrîşa çeteyên Heşda Şebî û pasdarên Îranê şikandin.

Îro beriya nîvro, çete Heşda Şebî, pasdarên Îranê, Hizbulaha Libnanê û artêşa Iraqê êrişî çeperên Pêşmerge yên li der dora bajarokê Mexmûrê kirin.

Li gorî agahiyan, êrişa wan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hate şikandin û sê tirimbîl û panzereke wan jî hatin teqandin ji ber wê jî neçar man paşde birevin.

Fermandarên leşkerî yên hêzên pêşmerge eşkere kirin ku di encama ew êrîşa han de zêdetir ji 20 çete bidîl hatine girtin, 10 birîndarên wan hene û 4 çete jî hatine kuştin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.