Kolonel Dillon îdiayên Sûriyeyê red dike

hevpeymaniya cîhanî daxuyaniyên Sûriyayê red dike
کوردستان TV
100%

Koalîsyona bi pêşengiya Amerîka îro sêşemê ragihand ku balefirên hevpeymaniya cîhanî li Dêrezorê ti êrîş li dar nexistiye.

Kanala dewletê ya Suriyê do duşemê diyar kiribû koalîsyona bi pêşengiya Amerîka êrîş biriye ser Qusur ya Dêrezorê ya di destê hêzên hikûmetê de û 14 sîvîl kuştine û 32 kesên din jî birîndar kirine.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî dabû zanîn ku eşkere nebûye ku firokên kê êrîş li dar xistiye, lê di êrîşê de bi kêmî ve 22 kes hatine kuştin.

Berdevkê Koalîsyona bi Pêşengiya Amerîka ya dijî DIŞIê Kolonel Ryan Dillon diyar kir ku firokên wan li herêma Dêrezorê ti êrîş li dar nexistiye. Koalîsyon dide zanîn ku hemî kuştinên sîvîlan vedikole û bo sîvîl neyên kuştin, di êrîşên xwe yên li Îraq û Sûriyê bi baldarî tevdigere.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.