Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, di civîna Yekitiya Dewletên Başurê Rojhilatê Asyayê de axifî û encamên erênî yên operasyonên leşkerî yên Rûsyayê vegotin ku ev operasyon Suriyê pêkhatibûn. Şoygu got berî operasyonên me DIŞIê ji %70ê axên Sûriyê kontrol dikirin lê îro ev rêje ji % 5 e.
Di civinê Şoygu hinek agahiyên îstatîstîkî dan û weha pê de çû: 998 bajar û şûnewar hatin rizgarkirin, ev herêmên ku hatine rizgarkirin qadeke 503 hezar û 223 kîlometre axê dihewînin. Gelekên terorîstan hatin kuştin.
Pêvajoya ku li wî welatî dîsa jiyaneke aştiyane were zindîkirin destpêkir. Ji sala 2015an ve ku Hezên Hewayî yên Rûsyayê dest bi operasyonan kiriye û vir ve mîlyonek û 120 hezar kes li malên xwe vegeriyan. Tenê di sala 2017'an de 660 hezar kes vegeriyan malê xwe."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin