CEK: Iraq hîn jî hêz li dijî Kurdistanê kom dike

îraq dixwaze şerê Kurdistanê bidomîne
کوردستان TV
100%

 

Civata ewlekariya Kurdistanê dibêje Îraq hêzên leşkerî dişîne ser sînorên Kurdistanê.

Civata ewlekariya Kurdistanê ragihand, Iraq li ser komkirina çekdarên Heşda Şebî li deverên Kurdistanî berdewam e. civata ewlekariya Kurdistanê herwiha bang li Iraqê kir, dijminatiya Kurdistanê bide sekinandin.

Civata ewlekariya Kurdistanê li ser rewşa Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, di heyama 48 saetên borî de û piştî şerê Kerkûk û Pirdê, Iraqê li ser komkirina hêzên Heşda Şebî û artêşê û tank, top û çekên Amerîkî li dijî Kurrdistanê berdewam bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku em ji vê rewş nîgeran in û daxwaz dikin ku Iraqê vê dijminatiyê bide sekinandin.

Civata ewlekariya Kurdistanê daye zanîn ku wek serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê jî çend caran ragihandiye, divê Iraq bi destpêkirina diyaloga bê merc razî bo çareserkirina nakokiyên siyasî razî bibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.