Terorîstên DIŞIê li Qaryatayn herî kêm 128 kesên medenî kuştin

DIŞI li Sûriyayê komkujiyeke din pêk anî
کوردستان TV
100%

 

 

Terorîstên DIŞIê li Sûriyayê komkujiyeke din pêk anîn.

Bizavkarên Sûrî dibêjin ku terorîstên DIŞIê beriya ku ew neçar bimînin dever ji hêzên hikûmetê re bihêlin li bajarokê Qaryatayn ya Sûrî herî kêm 128 kes kuştin,

Hêzên rejîma Sûrî û hevalbendên wê roja şemiyê Qaryatayn ku li parêzgaha Îdlibê ye, ji DIŞIê standibûn. Rêxistina tundrê ew bajarok sê heftê di destê xwe de girtibû.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro ragihand ku wê kuştina sîvîlan belge kiriye ku DIŞIê ew wek alîkarîdana ji hêzên hikûmetê re tawanbar kirine.

SOHR’ê da zanîn ku piraniya kuştinkariyan di rojên dawî yên berî hatina hêzên hikûmeta Sûrî de qewimîne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.