Tillerson: Lazime mîlîsên bi piştgirîya Îranê ji Îraqê derkevin

Amerîka dibêje lazime çekdarên Îranî ji Îraqê derkevin
کوردستان TV
100%

 

 

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson diyar kir ku di serî de mîlîsên ku Îran piştgiriya wan dike, divê hemî çekdarên biyan yên dijî DIŞIê şer dikin, vegerin welatê xwe.

Tillerson, di serdana xwe ya Erebîstana Siûdî de da zanîn ku divê çekdarên biyan rê bidin Îraqiyan ku jiyana xwe jinûve ava bikin.

Tillerson di preskonferansekê de got: Têkoşîna dijî DIŞIê ber bi dawiyê ve diçe. Mîlîsên Îranî yên li Îraqê û hemî çekdarên biyan divê vegerin malên xwe’’

Tillerson, bi hevtayê xwe Siûdî Ahmed el-Cubeyr, Qralê Erebîstana Saudî Selman bîn Abdulazîz el Suud re kom bû. Wezîrê Amerîkî, piştî wan bi Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî re jî civînek li dar xist.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.