Fermandarê hêzên Pêşmerge amaje bi vê yekê dike ku morala Pêşmerge di asta herî bilind de ye û ji sê baskan ve Heşdî Şebî hatiye têkşikandin.
Fermandarê hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî ragehand ku morala hêzên Pêşmerge di asta herî bilind de ye û ji sê baskan ve êrîşên Heşdî Şebî hatiye têkşikandin û bi dehan Hummer û wesayîtên leşkerî hatin têkbirin û Heşdî Şeibî hêza wê ya êrîşê nemaye.’’
Herwaha got: ‘’Ji 4 baskan ve Heşdî Şebî bi çekên Amerîka ve piştî nîvro êrîşeke din kirin û heta naha şer berdewam e.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin