Amerîka: Mimkune rewşa Kerkûkê bilez were guhertin

Amerîka welatiyên xwe li Îraqê agehdar dike
کوردستان TV
100%

 

Amerîka welatiyên xwe agehdar dike û dibêje mimkune rewşa wan deverên hatine girtin bilez were guhertin.

Amerîka şîretan li welatiyên xwe yên li Iraqê dike, li navçeyên ku hêzên Iraqî kontrola wan kirine, gelekî agahdar bin, bi taybet li Kerkûkê û radigihîne, mimkune rewşa wan deveran bi taybetî kerkûkê bilez were guhertin.

Nûnerê dîplomasî yê Amerîka li Iraqê di daxuyaniyekê de welatiyên Amerîkî agahdar kirin ku, hêzên ewlehiyê yên Iraqê ewlehiya navçeyên ku berê di kontrola hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de bûn diparêzin, lê egera mezin heye rewş bilez bê guhartin.

Herwiha welatiyên Amerîka agahdar dike, ku agahdarî rewşa ewlehiya xwe bin û dema rêwîtiyê ji cihekî ji bo cihekî din dikin, tedabîrên pêwîst bigirin ber.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.