Şeva derbasbûyî hêzên pêşmerge 10 seat dem dabûn heşda şebî û artêşa Îraqê.
Şeva derbasbûyî beriya bordiman kirina bingeha leşkerî ya K1ê ya li Kerkûkê, hêzên pêşmerge ji heşda şebî û artêşa Îraqê re 10 seat dem diyar kiribûn daku vekêşin jiber ku pêşmerge naxwaze şer bike.
Lê ev dem bidawî hat û heşda şebî û artêşa Îraqê venekêşan lê niha poşman bûne jiber ku ji her çar aliyan ve hatine dorpêçkirin û tîmên partîzanî di nava navenda bajarê Kerkûkê de dest bi teqandina tirimbîlên wan kirin.
Ji aliyeke din ve jî hêzên pêşmerge di seat 8 û 20 deqîqeyên sibêha îro li devera Pirdê û sê aliyên din yên Kerkûkê ve ber bi navenda bajarê de dest bi pêşerwiyê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin