Berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat roja Çarşemê ragihand ku, operasiyona ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin ya li dijî terorîstên DIŞIê piştî têkçûna wan ya li Reqa, operasiyona li rojhilata Sûriyê tê berdewam kirin dê bileztir bimeşe.
Talal Silo berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê bi rêya telefonê gote ajansa Reuters, piştî roja Sêşemê rizgarkirina bajarê Reqa ji aliyê HSD'ê ve hat ragihandin, şervanên li dij Reqa şer dikin ewê herin li Dêrezorê li rojhilata Sûriyê berdewmiyê bidin şerê li dijî DIŞIê.
Ji hejî gotinê ye, ku doh roja Sêşemê, bajarê Reqa bi temamî ket jêr kontrola şervanên HSD'ê, lê jiber mana hin ciyên gomana hebûna terorîstên DIŞIê hene, heta niha bi şêweke fermî rizgarkirina Reqa nehatiye ragihandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin