Dubare şêniyên Kurd yên li Kerkûkê jiber zextên dagîrkerên heşda şebî ji bajar derketin.
Îro dubare dagîrkerên heşda şebî zextên xwe bo ser şêniyên Kurd yên Kerkûkê zêdetir kirin û welaityên Kurd jî hayedar kirine ku lazime ji vê bajarê der bikevin.
Di vê çarçoveyê de îro piştî nîvroyê dubare Kurdên li Kerkûkê bajar vala kirin û ber bi Hewlêr û bajarên din yên Kurdistanê ve hatin.
Ew Kurdên ku li Kerkûkê hatine behsa vê yekê dikin ku dagîrkerên heşda şebî bişevan êrîşî ser malên welatiyên Kurd dikin û piştî ku tiştên wan didizin wan dişewtînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin