Terorîstên heşda şebî çûne nava bajarê Şingalê

çekdarên Êzidî yên di nava heşda şebî de çûne şingal
کوردستان TV
100%

 

Ev Êzidiyên ku di nava terorîstên heşda şebî de bûn çûne nava bajarê Şingalê.

Di vê derbarê de Fermandariya mihwera Rojavayê Dîcleyê diyar kir ku ew çekdarên Êzidî yên ku di nava terorîstên heşda şebî de bûn, çûne nava bajarê Şingalê.

Li gor daxuyaniya Fermandariya mihwera Rojavayê Dîcleyê, hêzên parastina Êzidîxanê jiber ku nexwestine li deverê de şer di navbera Êzidiyan de biqewme rê dane daku çekdarên Êzidî yên di nava terorîstên heşda şebî de bikevin nava bajarê Şingalê.

Ji aliyeke din ve hêzên parastina Êzidîxanê diyar kirine ku bo kû pêşî ji dizî kirin û talan kirin ji dezgehên fermî were girtin, hêzên Êzidîxanê vê ewlekariya wan dezgeh û navendan biparêzin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.