Li Xurmato milîsên heşda şebî êrîş kirin

hêzên pêşmerge milîsên şîî ji Xurmatoyê derxist
کوردستان TV
100%

 

 

Li Xurmato milîsên heşda şebî êrîş kirin lêbelê rastî şikestê hatin.

Piştî ku Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî di gotareke telefizonî de ferman bi milîsên heşda şebî û artêşa Îraqê kir daku ber bi Kerkûkê ve birê bikevin û êrîşî ser Kurdistanê bikin, milîsên heşda şebî li Xurmatoyê dest bi êrîşan kirin.

Milîsên heşda şebî di çarçoveya wan êrîşan de 20 malên welatiyên Kurd şewtandin.

Piştî vê bûyerê hêzên pêşmerge û dilxwazên Kurd bersifa wan milîsan da û êrîşa wan têk bir û ji Xurmatoyê bi temamî ew milîsên han derxist.

Milîsên han piştî derbên dijwar ku ji aliyê pêşmerge ve li wan hatin dayîn reviyan û berê xwe dan devera Amêrlî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.