PDK û YNKê li ser pênc xalan li hev kir

PDK û YNK: Bila gelê Kurdistanê bêxem be
کوردستان TV
100%

 

Îro civîna mekteb siyasiyên PDK û YNKê li Dukanê hate lidarxistin.

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar ragihand, ew ligel PDKê li ser 5 xalan li hev kirin û di daxuyaniyeke hevbeş de bi fermî belav dikin.

Îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokkomarê Iraqê Fûad Mesûm, her du polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiyan.

Di civînê de derbarê çend mijarên girîng yên rojevê de giftûgo hate kirin û piştî bi dawî hatina civînê jî daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re belav kirin û têde behsa wan xalan kir ku di civînê de li ser wan giftûgo hatiye kirin û li ser wan lihev kirine.

Yekem: Tekezî li ser yekrêziya gelê me û hêzên siyasî yên Kurdistanê hate kirin, ku gerantiya cibicîkirina erkên hevbeş in di vê qonaxê de bike.

Duyem: Civîn rijdbûna xwe li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan bi diyalogeke bêmerc, berpirsyane û avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de radigihîne.

Sêyem: Hêzên Kurdistanî niha û her amade ne guftûgoyeke bêmerc û vekirî û avaker li ser binemaya berjewendiya Bexda û Hewlêrê û perensîpên destûrî encam bide.

Çarem: Civîn ji berjewendiya hemû aliyekî dizane, aliyên siyasî yên sereke ên Iraqê û Kurdistanê beşdarî danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bibin. Herwiha aliyên navdewletî jî çavdêriya prosyê bikin.

Pêncem: Li ser pirsgirêkên serbazî û asayişa navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê, yan her cihekî din, hemû cure destêwerdaneke serbazî, yan tevgera hêzê, gef û fişarê, ji bilî ku li ser pêwendiyên herêmê û Bexdayê metirsî ye, gef e jî li ser her cure nûçeyeke rastiyê ye, ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan, herwiha rasterast binpêkirina yasa û bingehan e ku biryar li ser hatine dayîn e, ku hêzên çekdar ên Iraqê ji bo yekalîkirina pirsgirêkên siyasî yên navxweyî bikar tîne.

Di daweyê de, her du Polîtburoyên PDK û YNKê silav li Pêşmergeyên qehreman kirin ku di şerê têkşikandina DIŞIê de, pênaseya parastvanê azadiya cîhanê wergirt û niha jî di serngerên pêşî de neji bo pêkanîna armancên me.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.