Sîhad Barzanî: Fermandarê giştî yê pêşmerge heye

Sîhad Barzanî: Em Fermandarê xwe yê giştî heye û pêdivî bi Ebadî nîne
کوردستان TV
100%

 

Fermandarekî hêzên pêşmerge dibêje em ji Ebadî ferman vernagirin.

Fermandarê Hêza Piştevaniyê ya Yekê yê Pêşmerge Sîhad Barzanî ragihand ku, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî nehatine navçeyên sînorê Kerkûkê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî berî niha gotibû; divê pêşmerge ji axên Kerkûkê vekişin û çalên neftê jî tê de, gelek herêman radestî hêza Heşdî Şebî bikin. Li ser vê yekê Fermandarê Hêza Piştevaniyê ya Yekê yê Pêşmerge Sîhad Barzanî ragihand ku; ew ne bi fermana Ebadî hatine navçeyên Kerkûkê û dê bi fermana wî jî venekişin.

Sîhad Barzanî tekez kir ku, hêza Pêşmerge tenê fermanên xwe ji serkirdayetiya siyasî ya Kurd werdigire. Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê jî di amadehiyê de ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.