Terorîstên DIŞIê bo reviyana xwe welatiyên medenî bikar tînin

li reqayê DIŞI bi tirse û direve
کوردستان TV
100%

 

Şeva din hijmarek terorîstên DIŞIê ji bajarê Reqayê reviyan.

Li gor jêderên herêmî şeva derbasbûyî li bajarê Reqayê hijmarek terorîstên DIŞIê yên ku ji aliyê hêzên HSDê ve hatine tengavkirin, welatiyên medenî kirine mertal daku xwe ji bajarê derbixin.

Jêderên herêmî diyar kirin ku şeva derbasbûyî piştî şer û pevçûneke dijwar di navbera HSD û terorîstên DIŞIê de, terorîstên DIŞIê yên ku rastî derbên dijwar hatine bo ku xwe xelas bikin hijmareke welatiyên medenî bidîl girtine û weke mertal bikar anîne.

Jêderên herêmî û herwiha çavkaniyên mîdiyayî behsa vê yekê dikin ku terorîstên DIŞIê ji hêzên HSDê re gotine ku em dixwazin ji Reqayê birevin û lazime heta digehêjin cêya ku em dixwazin biçin, bo gerentî kirinê ew welatiyên medenî jî li gel me bin.

Tê payîn ku di nava du anjî sê rojên pêşiya me de azad kirina temamiya Reqayê ji aliyê HSDê ve were ragihandin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.