Civata ewlekariya Kurdistanê dibêje artêşa Îraqê plan bo dagîr kirina çeperên pêşmerge daniye.
Civata ewlekariya Kurdistanê hişyarî da, ku hêzên Iraqê bi niyet in dest bi ser bîrên petrolê û çeperên pêşmerge yên li Kerkûkê de bigrin.
Civata ewlekariya Kurdistanê li ser navnîşana taybetî ya tora civakî ya twîtterê peyamek belav kir û nivîsand ku zanyariyên îstîxbarî nîşan didin, ku hêzên Iraqê dixwazin dest daynin ser kêlgeh û bîrên petrolê, dirokexane û baregahên serbazî yên Kerkûkê.”
CEK di beşeke din ya peyama xwe de nivîsandiye ku niha hêzên iraqî tenê 3 kîlometreyan ji çeperên pêşmerge dûr in.
Di daxuyaniyan de hatiye amaje kirin, ku Artêşa Iraqê û hêzên Heşda Şeibî li navçeyên Beşîr û Taze ya başûrê Kerkûkê bi çekên giran hatine bicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin