Şêx Cefer Şêx Mistefa dibêje ew rê nadin dagîrker derbasî axa Kurdistanê bin.
Fermandarê Hêzên 70 ya Hêzên Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ragihand, ku şeva derbasbûyî wan planeke mezin a li hember Kerkûkê vala derxistine û got: “Em rê nadin dagirker pêngavekî jî bavêjin ser axa Kurdistanê.
Piştî civîna fermandarên pêşmerge li Kerkûkê, Fermandarê Hêzên 70 ya Hêzên Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa derbarê rewşqa dawîn a Kerkûkê de ji rojnamevanan re ragihand, ku şeva derbasbûyî Heşda Şeibî planeke mezin amade kiribû, ku ji Xaneqînê heta Kerkûkê êrîşê pêşmerge bike lê ev plana wan hatiye pûçkirin.
Şêx Mistefa got: Me bi Ebadî û heta gelek berpirsên din re pêwendî danî da ku şer çênebe. Birastî em naxwazin şer çêbibe lê eger şerî pêsîra me jî girt emê bikin. Lê diyare ku ew gelek bê minnet bûn. Ji fermandarê eniya başûrê Kerkûkê Westa Resûl re nameyek şandine û gotine, di nava 48 demjimêran de hemû baregahên leşkerî, firokexane û bîrên petrolê radestê wan bikin. Gotine dê Polîsên Federalî bikevin van cihan.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin