Serokê Kurdistanê bo cejna cema peyamek pêşkêşî Kurdên Êzidî kir.
Bi minasebeta hatina cejna cema ya Kurdên Êzidî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdên Êzidî kir ku ew jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilova
Bi minasebeta cejna cemayî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikin.
Kurdên Êzidî hertim bi çand û helwesta xwe ya netewî û Kurdistanî serfiraz bûne û ji bo vê yekê jî xebat kirine û qurbanî jî dane û di referanduma 25ê Îlonê de jî careke din ew ew yek bo tevahiya aliyan îsbat kir ku ti hêzek nikare we ji gelê Kurdistanê veqetîne û jiber ew helwesta we ya netewî spasiya we dikim.
Hêvî dikim cejna cema û tevahiya minasebetên we yên olî bi xweşî bin û bi coşeke zêdetir xizmeta gel, welat û ola xwe bikin.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
12.10.2017
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin