Civîna civata bilind ya siyasiya ya Kurdistanê bi dawî hat

civata bilind ya siyasiya Kurdistanê 4 biryar der kir
کوردستان TV
100%

 

Di civînê de 4 biryarên girîng hatin dayîn.

Îro bi Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî civata bilind ya siyasiya Kurdistanê civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî daxuyaniyek derbarê naveroka civînê de hate weşandin.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku: Di destpêka civînê de beşdar bûyên civînê deqîqeyek bo canê paqêjê mam Celal û şehîdên rêya azadiyê li ser piyan rawestan û tekez li ser vê yekê jî kirin ku baştirîn wefa bo rihê mam Celal û tevahiya şehîdên Kurdistanê yekrêzî, biratî û yekhelwestiya hêzên û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye.

Pişt re bi awayekî berfire pêşhat û guhertinên dawî yên siyasî û kawedanên navnetewî û herêmî yên li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê hatin nîqaşkirin û civîn gehêşte ew encamên han.

Yek: Civat vê pêbendî îradeya gelê Kurdistanê be ku bi rêya beşdarî kirin di dengdana referanduma 25ê Îlonê de bi azadane diyar kiriye. Herwiha cîhbicîh kirina encamên referandumê di warê derfetî û demî de gêrêdayî diyalogeke avakere, jiber vê çendê civat amadebûna xwe bo destpê kirina diyalogeke vekirî û bêmerc û bêyî ceza kirin û gemaro xistine ser li gel Bexdayê diyar kiriye.

Du:  Sepandina ceza bi ser gelê Kurdistanê karekî naberpirsiyarane û derqanûniye û aloztir kirina rewşa siyasî di berejwendiya ti aliyekî de nine.

Sê: Civat bi raya giştî ya cîhan û hevpeymanan radigehîne ku gelê Kurdistanê rastî ceza kirina bi komî, gemarodan û bikar anîna hêz hatiye û ew rewşa han vê rewşa koçber û penaberan li Îraq û Kurdistanê aloztir bike lewre daxwaz tê kirin daku sînorek bo zêdegaviyên han û ceza kirina bi komî were danîn.

Çar: Biryar hate dayîn daku civînên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi navê civata bilind ya siyasiya Kurdistanê bidome.

Civata bilind ya siyasiya Kurdistanê

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.