Endamê Parlamentoya Ewrûpayê Alyn Smith daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku piştgirya serxwebûna Kurdistanê bikin.
Parlamenterê Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpa û endamê pile bilind di Partiya Netewî ya Skotlandî de Alyn Smith daxwaz ji parlamento û welatên Ewropayê kir ku di çarekirina pirsgirêkên di navbera Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de roleke berbiçav bilîzin û ragihand ku divê welatên ewropî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.
Alyn Smith di berdewamiya axaftina xwe de got: Kurdistaneke serbixwe di berjewendiya Ewropayê de ye, lewma pêwîst e Ewropa jî destpêşxeriyê bike û roleke mezintir di pirsa dewletbûna Kurdistanê de bilîze."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin