Li Kerkûkê pişt li terorîstan hat şikandin

Pêşmerge li kerkûkê tirşika DIŞIê derxist
کوردستان TV
100%

 

Hêzên pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê êrîşeke terorîstên DIŞIê têk birin.

Berpirsê mihwera Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî diyar kir ku îro duşem danê sibê, terorîstên DIŞIê li Rojavayê Kerkûkê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin lêbelê hêzên pêşmerge bi tundî bersifa terorîstên DIŞIê da.

Kerkûkî diyar kir ku ew pevçûna han bi qasî seatekî dom kir û di encama pevçûna han de êrîşa terorîstên  DIŞIê bi temamî hat şikandin sê terorîst hatin kuştin, du terorîst hatin girtin û sê terorîstên din jî xwe teqandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.