Muqteda Sedir: Malîkî xaka Îraqê difiroşe

Muqteda Sedir dibêje Malîkî xaka Îraqê difiroşe
کوردستان TV
100%

 

Muqteda Sedir dibêje Malîkî xaka Îraqê firotiye.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di axaftina xwe de rexneyên tund li serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî girtin û ew bi firotina xaka Iraqê tohmetbar kir.

Muqteda Sedir di axaftina xwe de got: Dewama Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê bi pêkhateyên niha, tenê di berjewendiya wî kesê ku berê beşek mezin ji xaka Iraqê firotiye de ye. Niha dixwaze vegere desthilatê û tevahiya Iraqê bifiroşe.

Sedir di berdewamiya axaftina xwe de got: Em ê hewl bidin ku serok û endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê biguherînin û vê xebata xwe bidomînin. Divê Parlamentoya Iraqê bi awayekî bilez serok û endamên komîsyonê yên nû eşkere bike.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.