Cîhadiyên Nusreyê hişdarî didin hikûmeta Tirkiyeyê

cîhadiyên Nusra gefan li Tirkiyeyê dikin
کوردستان TV
100%

 

Cîhadiyên Nusra ku beriya niha hevpeymanên Tirkiyeyê bûn hişdariyên tund didin Tirkiyeyê.

Piştî razî kirina Tirkiyeyê ji aliyê Îran û Rûsiyayê ve bo şandina hêzên xwe yên leşkerî bo Îdlibê ya bi mebesta hevkarî kirina rejîma Beşar Esed, hevpeymanên berê yên Tirkiyeyê yên weke Nusra, Qaîde û Tehrîr Şam li Tirkiyeyê vegeriyan û gefan li Tirkiyeyê dikin.

Di vê çarçoveyê de dohê hênek cîhadiyên ser bi artêşa azad qaşo ya Sûriyayê, ketin nava Îdlibê û îro jî hijmarek ji leşkerên Tirkiyeyê li gel wan cîhadiyan ketin nava vê bajarê.

Dohê hinek pevçûnên biçûk di navbera artêşa Tirkiye û cîhadiyên radîlak de qewmîbûn lê ew pevçûnên han hatibûn rawestandin.

Lê jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku îro cîhadiyên Nusra û Qaîde yên ku berê hevpeymanên Tirkiyeyê bû, hişdariyên tund dane Tirkiyeyeyê û tekez li ser vê yekê kirine ku vê şerê artêşa Tirkiyeyê bikin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.