Qirîza navbera Amerîka û Tirkiyeyê her ku diçe aloztir dibe

Amerîka vîze bi welatiyên Tirkiyeyê nade
کوردستان TV
100%

 

Amerîka û Tirkiye bi awayekî du alî pêdana vîzeyan rawestand.

Di çarçoveya qirîza navbera Amerîka û Tirkiyeyê de, dohê balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê diyar kir ku ew weke balyozxaneya Amerîkayê pêdana vîzeyan bo welatiyên Tirkiyeyê jibilî koçberan rawestandiye.

Piştî demek ji vê biryara Amerîkayê, balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê jî biryarek bi heman awayî bo welatiyên Amerîkayê derkir.

Her çend rawestandina pêdana vîzeyan bandoreke gelek bihêz li ser abûriya Tirkiyeyê kir û buhayê lîreya Tirkiyeyê gelek dabezand lê bandora herî mezin li ser têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê de kir.

Weke tê zanîn beriya çend rojan Tirkiye karmendekî balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê bi hinceta endam bûn di tevgera Gulen de binçav kiribû û îro jî di heman çarçoveyê de hevjîn û zarokên karmendeke din yê balyozxaneya Amerîkayê bi hinceta endam bûn di tevgera Gulen de hatin binçavkirin.

Tê payîn ku Amerîka jî di çarçoveya dosyeya Reza Zerab de biryara binçav kirinê bo hin rayedarên Tirkiyeyê der bike.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.