Elawî: Ev pirsgirêka Iraqê ye divê welatên din mudaxale nekin

Elawî dibêje nabe welatên cîran destwerdan di karûbarên Îraqê de bikin
کوردستان TV
100%

 

Elawî dibêje em naxwazin ti welateke cîran derbarê kêşeyên navxweyî yên Îraqê de ti hewlek bide.

Cîgirê Serokomarê Iraqê Îyad Elawî ragihand ku pêwîst e Bexda biryara dorpêçên ser Kurdistanê ku piştî referanduma serxwebûnê standibûn rake û pirsgirêk bi dîyalogê werin çareserkirin.

Elawî herwiha diyar kir ku ew kêşe û aloziyên ku niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, kêşeyên navxweyî yên Îraqêne û lazime aliyên siyasî bi rêya diyalogê ew kêşeyên han çareser bikin û nabe rê bi ti welateke din were dayîn ku derbarê wan kêşeyan de ti hewlek bide û destwerdaniya karûbarên navxweyî yên Îraqê de bike.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.