Şervanên QSD’ê li Dêrazorê 20 hezar sivîl rizgar kirin

QSDê nêzî 20 hezar welatiyên medenî rizgar kiriye
کوردستان TV
100%

               

 

Îro li Dêrazorê 20 hezar sivîl ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin. Di nava sivîlan de 2 zarokên biçûk ji ber nebûna ava vexwarinê  jiyana xwe ji dest dan.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, îro 20 hezar sivîlên Dêrazorê û gundên derdorê wê ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin.

Li cihê pêwazîkirina sivîlan ji ber tunebûna avê, du zarok ku temenê wan  du salî bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Sivîlan ji ajansa  me re axîvin û diyar kirin ji ber nebûna alîkariya saziyên navneteweyî, zarokên wan dimirin.

Sivîlên Dêrazorê ev bang li rêxistinên naveteweyî û mirovahî kirin:”Em li çolên Dêrazorê ji ber nebûna avê em dimirin. Di  nava vê toz de em tiştek naxwazinî tenê avê dixwazin”.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.