Ji Berdevkê HDPê Osman Baydemir re salek û 5 meh û 15 roj cezeya girtinê hat birîn. Dadgehê ceze taloq nekir
Bi hinceta Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir dema Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê bûye, tevli daxuyaniya BDPê ya der barê greva birçîbûnê de bûye û wê deme, li pêş walîtiyê heqaret li polîsan kiriye doz lê hatibû vekirin.
Rûniştina dozê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Osman Baydemir de bi îdîaya "Heqaret li memûrê cemaweriyê kiriye" salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî. Dadgehê ceze taloq ne kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin