Rûsya dibêje ku 12 Fermandarên cîhadiyên Nusra hatine kûştin.
Peyvdarê wezareta berevanî ya Rûsyayê Igor Konashenkov diyar kir ku di encama êrîşên asmanî yên artêşa Rûsyayê li Îdlibê bo ser cîhadiyên Nusra herî kêm 12 Fermandarên Nusra hatine kuştin.
Igor Konashenkov eşkere kir ku ev Fermandarên han di civînekî de bûne û Rêberê vê tevgera han Ebû Muhemed Gulanî jî di dema civînê de li cêyê civînê bûye û jiber bordimana han bi dijwarî birîndar bûye.
Li gor gotinên Konashenkov ji bilî kuştina wan 12 Fermandaran bi giştî 50 cîhadiyên din jî di heman êrîşê de hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin