PGT: Gefên Tirkiyê li ser Kurdistanê bo hilbijartinan e

partiyeke Tirkmanî dibêje gefên Tirkiyeyê bo hilbijartinanin
کوردستان TV
100%

 

 

Serokê Partiya Geşedanê ya Tirkmen, Mihemed Îlxan dibêje, ew gef û tehdîdên ku Tirkiye li Kurdistanê dike, ji ber xatirê hilbijartinan in, di rastiyê de Tirkiye ne pêşiya hinartina petrola Kurdistanê digire ne jî sînor digire.

Serokê Partiya Geşedanê ya Tirkmen, Mihemed Îlxan li ser gef û tehdîdên ku Tirkiye ji ber referanduma serxwebûnê li Kurdistanê dike, diyar kir ku beriya ku referandum were kirin me dizanî referandum dê deng veda û bibe sebeba karvedanan.

Mihemed Îlxan her wiha got: Ew daxuyanî û tehdîdên ku rayedarên Tirkiyê li dijî Kurdistanê didin, ji ber hilbijartinên giştî yên sala 2019 yên Tirkiyê ne, bi taybet AKP ji ber MHPê zimanekî tûj bikar tîne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.