Fermandarê operasyona rizgar kirina Hewîce îro 29.09.2017ê destpê kirina qonaxa duyem a şerê rizgar kirina Hewîce ragehand.
Fermandarê operasyonên rizgar kirina Hewîce Ferîq rukin Ebdulemîr Reşîd Yarella ragehand ku hêzên artêşa Iraqê li gel çend hêzên din qonaxa duyem a proseya rizgar kirina navenda bajarê Hewîce ya rojavayê Kerkûkê destpê kir.
Qonaxa yekem a proseyê di 21ê Îlonê de destpê kiribû û navçeya Zab û gundên derdora wê hatibûn rizgar kirin, herwaha hejmarek gund li aliyê çepê yê bajarê Şergatê hatibûn rizgar kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin