Hat diyarkirin ku Washington plan dike ku di çarçoveya Peymana Asîmanên Vekirî de firînên balafirên şerî yên Rûsyayê asteng bike.
Li gor nûçeya Wall Street Journal (WSJ) DYAyê wek bersiva helwesta Rûsya ku derbasbûna balafiran a transît a di ser Kalînîngradê re qedexe kiribû dixwaze firînan asteng bike.
Li gor Peymana Asîmanên Vekirî menzîla firînên keşfê heya bi 5.500 kîlometreyî dikare berfireh bibe. Rûsya jî li ser Kalînîngradê jêr lîmîteke 500 kîlometreyî danîbû.
Dibe firîn li ser Alaska û Hawaî dibe werin asteng kirin.
Rayedarekî payebilind ku ji WSJê re axifî got; " Dibe ku li ser Hawaî û Alaskayê firîn werin astengkirin. Bi vê yekê em dixwazin ku Rûsya dîsa mecbûr bimîne, li gor peymanê tevbigere.
Tê payin ku dê DYA van bergiriyên nû îro li Viyanayê di civîna Lijneya Şêwirmendan a Peymana Asîmanên Vekirî de aşkere bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin