Kurdistanî li tevahiya bajarên Kurdistanê li ser sendoqên dengdanê ne.
Îro 25ê Îlonê roja dengdanê bo serxwebûna Kurdistanê ye û Kurdistanî li tevahiya bajar, bajarok û deverên curbicur yên Kurdistanê li ser sendoqên dengdanê ne.
Li gor amarên destpêkê yên komîsyona hilbijartinan rêjeya beşdarî kirina xelkê gelek zêdeye û di asteke bilind deye.
Li bajarê Kerkûkê jî ku nêzî 700 hezar dengder têde deng didin heta seat 12ê nîvroyê zêdetir ji 3700 hezar kesan dengê xwe daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin