Serokatiya Kurdistanê dibêje li Kerkûk û tevahiya deverên din referandum di dema xwe de tê lidarxistin.
Îro Serokatiya siyasiya Kurdistanê yaku ji Serok û birêveberên part û aliyên siyasî yên Kurdistanê pêk hatibû, bi Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.
Di civînê de rewşa prosesa referandumê bi giştî û bi taybetî lidar xistina referandumê li Kerkûk û deverên din yên li derveya îdareya Kurdistanê hate kirin.
Di civînê de Serokatiya Kurdistanê biryar da ku referandum li Kerkûk û tevahiya deverên din yên derveya îdareya Kurdistanê were lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin