Şervanên QSD’ê di roja 15’emîn a Pêngava Bagera Cizîrê de bi hezaran sivîlên Dêrazorê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê Îlonê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ya di bin sîwana QSD`ê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 15’emîn de didome.
Şervan ji bo rizgarkirina sivîlan gelek bi baldarî nêz dibin û rojan e bi sedan sivîlên Dêrazorê rizgar dikin.
Di vê çarçoveyê de, QSD`ê îro bi hezaran sivîlên Dêrazorê ji nava pençên DIŞIê rizgar kirin û ew gihandin cihên bi ewle.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin