Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Reqayê dişinin bakurê Dêra Zorê. Konaşenkov destnîşan kir ku HSD û Amerîka êrişî hêzên Artêşa Sûriyeyê yên li herêmê dikin.
Konaşenkov ji rojnamegeran re axivî û got: Şervanên HSDê yên ku ji bakur ve berbi Dêra Zorê ve tên, bê zehmetî derbasî alî DAIŞê dibin. Ev hefteyeke balafirên keşfe û Navgînên Hewayî yên Bêmirov ên rûsî, tespît kirine ku DIŞI bi HSDê re şer nekiriye."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin