Berpirsekî Amerîkî ku nexwest nave wî bê eşkerekirin tekez kir, ku welatê wî dê li ser şandina alîkariyên serbazî û madî ji bo hêzên Pêşmerge berdewam be.
Wî berpirsê payebilind ê Amerîkî ji rojnameya The Washington Post re ragihand: “Di dema gotûbêjên berpirsên Amerîkî li gel rêveberiya Kurd ji bo paşxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê, bi ti awayî behsa qutkirina alîkariyên leşkerî û madî li ser hêzên Pêşmerge nehat kirin û Amerîka ew yek nekiriye guvaş li dijî Kurdan ji bo paşxistina referandûmê.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin