Hat ragehandin Qeterê ji bo kirîna 24 balafirên tîpa Tyhoon ên şer bi Brîtanya re li hev kirin.
Di daxuyaniya niviskî ya li wezareta parastina Qeterê de hat diyar kirin, wezîrê parastinê Xelîl el-Atiyye ragehand ku bi wezîrê parastina Brîtanya Micheal Faloon re li paytext Doha de hevdîtin pêk aniye.
Di hevdîtinê de pêşketinên li herêmê ku serî de tekoşîna bi terorê re û mijarên hevkariya leşkerî jî hatine dest girtin û hate ragehandin ku di hevdîtinê de aliyan ji bo Qeter ji Brîtanya 24 balefirên coreya Typhoon bikire jî rêkeftinek hatiye îmza kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin