Di nava parlementoyê de çend parlementer lihev dan û rewşa aloz hîn jî didome.
Îro di civîna parlementoya Îraqê de yaku biryar bû têde giftûgo li ser pêkhate û pergala nû ya komîsyona bilind ya hilbijartinan dihat kirin, alozî derketin.
Di encama wan aloziyan de çend parlementerên şîi û sune lihev dan û çend parlementer jî birîndar bûne.
Li gor jêderên li Bexdayê aloziyên nava parlementoya Îraqê hîn jî didomin û mimkune ew şera ku di nava hola parlementoyê de çê bûye berfiretir bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin