Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Berîtanyayê yê li Îraqê civiya.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Berîtanyayê yê li Îraqê Frank Becker û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinkê de behsa rewşa niha ya Kurdistanê û berhevbûnên ji bo civîna parlemantoyê û pirsa refrandumê hate kirin.
Di beşeke din ya civînê de Barzanî û Becker behsa dawîn pêşhatên şerê dijî terorîstan li Îraq û deverê, qunaxa piştî DIŞIê, rewşa deverên rizgar kirî û vegeryana penaber û koçberan ji bo ser cihên xwe kirin.
Di dawiya civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kirin û pêdagirî li ser pêwîstiya berdewam bûna diyalogê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkan kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin