Sibê parlementoya Kurdistanê dicive.
Biryare sibê di çarçoveya lihev kirina part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, parlementoya Kurdistanê civînên xwe dest pê bike.
Bo civîna sibê îmzeyên lazim hatine komkirin û rêjeya yasayî jî ji bo destpê kirina civînên parlementoyê amadeye û biryare sibê pêncşem di seat 10 sibê de parlementoya Kurdistanê bicive.
Biryare parlementoya Kurdistanê di civîna xwe de piştgîriya xwe bo biryar û zagona lidar xistina referanduma serxwebûna Kurdistanê diyar bike .
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin