Serok Barzanî: Referandum di dema xwe de bi awayekî serkeftî tê lidar xistin

Serok Barzanî, Referandum, Serxwebûn
کوردستان TV
#58
100%

 

Serokê Kurdistanê li gel nunerê taybetî yê NY li Îraqê civiya.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê NY yê li Îraqê Jan Kubis kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Îraq û deverê bi giştî û herwiha têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di roja îro û di pêşerojê de hatin nîqaşkirin.

Her di vê civîna han de nunerê NY Jan Kubis behsa nêrînên NY yên derbarê referandumê û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî ji Jan Kubis re ew yek dubare kir ku biryara referandumê biryara gelê Kurdistanê ye û hevdem mafeke rewa û qanûnî ya gelê Kurdistanê ye û di dema diyar kirî de prosesa han tê birêvebirin.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku gelê Kurdistanê berdewam dibe li ser parastina aramî, aştî û bihevre jiyanê li Kurdistan û deverê de.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.