Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê ezmûneke pir bi êş bi hikûmetên Iraqê re derbas kiriye

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanpeyamekê pêşkêşî raya giştî ya gelên Kurdistanê kir
masud barzani
کوردستان TV
#56
100%

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê birêvebirina referanduma serxwebûna Kurdistanê de peyamekê pêşkêşî raya giştî ya gelên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku gelê Kurdistanê ezmûneke pir bi êş bi hikûmetên Iraqê re derbas kiriye. Di vê sedsalê de hevparî û hevbeşî nehat cîhbicîhkirin û gelê Kurdistanê rastî enfal û kîmyabaranan hat. Bo gihêştina bi aştiyê û dûrketina ji şerê taîfî û giriftên zêdetir, gelê Kurdistanê biryar da referandumê bike û berve serxwebûnê gavan bavêje.

Serokê Kurdistanê di beşeke din ya peyama xwe de dibêje: “Ew gav mafekî xwezayî û rewa yên xelkê Kurdistanê ne û ne li dijî ti binemayeke esmanî û mirovahiyê ne. Cibicîkirina wê mafê bi ti awayekî nayê wateya dijatiya bi ti pêkhateyeke netewî û olî yên Iraqê, belkû ew danana binemayeke bihêze bo rêgirtin li têkdana pêwendiyên dîrokî ên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Iraqê de.”

Serok Barzanî herwiha dibêje “Her cure daxuyanî û kiriyarek ku bihna dijatiya biratî û pêkvejiyanê jê bê, ti pêwendiyeke wê bi buhayên gelê me û siyaseta herêmê nîne û ji çanda pêkvejiyan û lêborîna gelê Kurdistanê gelekî dûr e.”

Di dema ku berve serxwebûnê gavan davêjin de, bêgûman riftarên stemkar ên rêjîmên berê yên Iraqê li dijî gelê Kurdistanê, ligel biratiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê têkel nabe. Referandum jî bi ti awayekî bandorê li ser berdewamiya dostanî û biratiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê nake, belkû kûrtir û bihêztir dike. Em dizanin ku gelên Iraqê jî bûne qurbaniyên rêjîmên diktator û bi gelê Kurdistanê re di yek çeperê de bûne. ”

Daxwaz ji welatiyên Kurdistanê dikin, ku di dema derbirîna li îrade û mafên xwe, buhayên gelê me, ferhenga birayetiyê û pêkvejiyana dîrokî di navbera pêkhateyên netewî û olî de li ber çav bigirin. Xûşk û birayên me yên li Iraqê divê zanibin ku gelê Kurdistanê ne sedemê têkdana yekperçeyîya hevparî û jiyana hevbeş li Iraqê bûye, belkû rêjîmên stemkar û hikûmetên Iraqê û siyaseta înkarê sedemên têkdana pêkvejiyan û yekperçeyiyê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.