5 pêşmerge ji aliyê çekdarên heşda şebî ve hatin girtin

ev her 5 pêşmerge niha li cîhên xwe û li ser erkên xwe ne.
کوردستان TV
100%

Piştî çend kêliyan jî hatine azadkirin.

Îro 5 pêşmergeyên Kurdistanê li devera Pirdê dema xwestine biçin serdana navendeke tendirostî li nava Pirdê de bikin, ji aliyê komên heşda şebî ve hatibûn girtin û piştî bûyerê jî rayedarên hêzên pêşmerge ketine nava tevgeran û bilez ev her 5 pêşmerge jî hatine azadkirin û niha rewşa wan başe û li cîhên xwe ne.

Çekdarên heşda şebî bi hinceta ku, tirimbîla ku, hêzên pêşmerge têde bûne, hatiye dizîn, ev her 5 pêşmerge û tirimbîla wan jî radestî hêzên antîterorê kiribûn lê hêzên antî terorê jî îsbat kirine ku, ev tirimbîl ne hatiye dizîn û yê xwediyê xwe ye lewre ev 5 pêşmerge jî hatine azadkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.