Wezîrê derve yê Tirkiyeyê spasiya Serokwezîrê Kurdistanê dike

Çawişgolû hêviya selametî û bexteweriyê bo Serokwezîr û gelê Kurdistanê dixwaze.
کوردستان TV
100%

Çawişoglû peyamek bo Serokwezîrê Kurdistanê şandiye

Êvara îro duşem wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Ev naveroka peyamê wisaye: Birêz Serokê civata wezîran, dostê min yê qedir giran, li gel wejîna xwezayê ji dil pîrozbayî cejna Newrozê ku, sedemeke bo kesk kirina hêviyan û bihêztir kirina biratiya navbera me, li we dikim.

Bi dirêjahiya dîrokê Newroz rengvedana însanan bûye bo têgehêştin li jiyana li gel xwezayê, li gel ku, sembola dubare nûbûn û vejînêye, hemwext sembola hevdengî û xweşbextiyêye jî, em mişxûlî sarêj kirina birînên erdhejêne ku, li Mareşê dabû di 6ê Sibatê de lewre li welatê me bi xemgînî pêşwaziya Newrozê dikin.

Ev roja han weke mujdederê buharê tê pîrozkirin di heman demê de jî dema bihêztir kirina yekbûn û bihevre bûn û hevsoziye, ji bilî vê jî dixwazim spasiya we bikim ku, bilez piştî erdheja bisoş ya welatê me, ji nêz ve tevahiya hîmayên ev hestên bisoz û bilind yên Newrozî we nîşanî me dan.

Bi vê minasebeta han hêviya aştî, xweşgozeranî bo welatê xwe û tevahiya cîhanê dixwazim û hêviya tendirostiyeke baş, xweşbextî û selametî bo we yên birêz û xelkê herêma Kurdistanê dixwazim.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.