Şêwekarê Kurd pêşengeheke xwe li Almanyayê vekir

di nava pêşengehê de çend berhemên şêwekarê Kurd hatine nîmayîşkirin.
کوردستان TV
100%

Navê pêşengehê govenda renga ne.

Di roja 23 yê Cotmeha 2022an û bi hatina Baraneke hûr re û bi pêrgîna lempe û çirayên zîz ve ez gihiştim pêşengeha hunermendê şiwêkar D.r Sêf Daûd li bajarê Mönchengladbacha Almanî ku bi rastî pêşengeh li cihekî  herî qeşengbû ,bexçekî  ewqas sipehî bû  cihekî wisa hêmenbû, manendê xwedyê xwe bû ku wê şevê sax em ji dîtina wî(hevalê xwe  hêja D.r Sêf Daûd) têr nebûn.

Pêşengeh ji xwe bi navê herikîna rengî hatibû nişankirin ku bi rastîjî ew daweta Melayê Cizîrî dema ku Sitya bisk kesk  di semayêde di keta destê Melêde min di Pêşengehê de dît:

(Hate destê me di reqsê û digo bil ji Melê

Dest bi kes dî di semaya ku Melê tê nadim)

Belê ew tabloyên rengereng hemiyan destê hev girtibûn dîlan û sema dikirin, her tabloyek bûkek bû û her bûkek eprî, ûçik û xiftanek bû  ku bi şêranî û dev li ken pêşwaziya mêvanên xwe dikirin.

Hunermendê şiwêkar D.r Sêf Daûd dikarîbû wan rengên biharî yên vekirî yên zelal  di tabloya xwede pêk bînê ku bira diherikî li ber çavê didevan.

Hunermendê şiwêkar D.r Sêf Daûd di çêkirin û avakirna tabloyê de wisa dibêje:

Dema ez dikim rajim tabloya spî ta ku dest bi çêkirina wê bikim ti tişt di serê min de nîne lê ji berxweve firçe tevlî rengan dibe,helbet kontrolek veşartî heye desetê min dilivîne , ewjî ewe ku çanda komkirî bi dehê salan di serê min de tevlî çanda dîtbarî dibe , wisa reng bi hevre hêviyên xwe pêktînin ta fermanên xweberî tên destê min ku bi tenha xwe radiwestê .

Helbet – D.r berdewam dike-ji xwe tektîkek gelemperî heye,dan û standinek heye , rêjîmek heye …Mebesta min ev reng hema wisa ne ji ber xweve tên ne ji serobinî tên ne ji tevlêhevbûnekê tên, dikarim bêjim ku çilo helbestvan dest bi hûnandina helbesta xwe dike ez jî wisa dest bi tabloya xwe dikim.

Naxwazim dirêj bikim vî karî ezê bihêlim ji hoste û siwarên şêwekariyêre.

Dikarim bêjim ku pêşengeh di astek bilinde bû , bejn û bala wê  wek ya xwediyê xwe  balabû, behsûd serkrftin bo kekê Sêf Daûd.Rojên xweş katên xweş tabloyên xweş.

Govenda rengan

Bavê Zozanê

 

Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.