85 çekdarên din yên Hûsî hatin kuştin.
Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiyeyê yaku piştîvaniya hikûmeta Yemenê dike daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku operasiyon û êrîşên hevpeymaniya Erebî û hikûmeta Yemenê li dijî Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin berdewamin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hevpeymaniya erebî diyar kiriye ku di nava 24 seatan de li bajarê Marîbê herî kêm 85 çekdarên din yên Hûsî hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin