Hunermend û Şanogerê navdar yê Kurd koça dawî kir

jiber nexweşiyê koça dawî kiriye.
کوردستان TV
100%

Îro li Îstenbûlê koça dawî kir.

Hunermend û Şanogerê navdar yê Kurd xelkê bajarê Diyarbekira Bakûrê Kurdistanê Erol Demîroz jiber nexweşiyê koça dawî kir.

Erol Demîroz ku demek bû nexweş bû, îro jiber nexweşiyê li nexweşxaneyeke bajarê Îstenbûlê koça dawî kiriye.

Demîroz xwedan çendîn berhemên şanogerî û sînemayiye.

Di nava her du fîlmên min roj dît û firîşteya spî de (Beyaz Melek, Güneşi Gördüm) weke ekter rol lîstiye.

Demîroz di sala 1940an de li Diyarbekirê ji dayik bûye, beşê zanistên îdarî û darayî xwendiye.

Ji sala 1961 ve dest bi karê Şanogerî û sînemayê kiriye.

N: E. G

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.