3 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

Emîreke DIŞIê jî li Kerkûkê hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Li Başûrê Kerkûkê hatine kuştin.

Artêşa Îraqê ragihand ku di çarçoveya operasiyonên hevbeş yên artêşa Îraqê û hêzên hevpeymanan de li dijî DIŞIê, îro sê terorîstên mezin yên DIŞIê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê ew her sê terorîstên han li gundê Til Eyda ya li Rojavayê Daqoqê ya li Başûrê Kerkûkê di encama bordimana balefirên hevpeymaniya cîhanî de hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve hêzên antî terorê yên Îraqê belav kirin ku îro di operasiyoneke din de li Kerkûkê Emîreke din yê DIŞIê di nava taxeke Kerkûkê de hatiye girtin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.