Çandar: Kurd rûbirûyê felaketeke weke ya sala 1975an bûne

çandar dibêje derfetên baş jî ji bo Kurd hene
کوردستان TV
100%

Nivîskar û rojnamegerê Tirk Cengiz Çandar diyar kir ku heta demeke nêzîk jî kurd berovajiyê Şerê Cîhanê yê Yekem bi awayekî çalak derketin ser sehneya dîrokê û got, "Ev yek ji bo kurdan gelek derfet çêbûn. Lê di heman demê de ji bo kurdan ditirsim ku felaketên mezin werin sere kurdan, tiştên hatin sere Eremniyan werin serê kurdan."

Nivîskar û rojnamegerê Tirk Cengiz Çandar di axaftina xwe ya ji bo rojnameya bi navê Ozgur Politikayê de diyar kir ku wî heta demeke nêzîk ji bo kurdan behsa du tiştan dikir û got, "Ya yekem ew bû, ku kurd berovajiyê Şerê Cîhanê yê Yekem bi awayekî çalak derketin ser sehneya dîrokê û Rojhilata Navîn.

Ev rewşeke gelekî baş bû û gelek derfet çêbûn. Ya duyemîn jî ew bû, ku ger kurd şaşiyên mezin bikin, tiştên hatin serê Ermeniyan wê werin serê wan jî. Komkujî hat serê wan. Ger şaşî werin kirin, dibe kurd jî rastî felaketên wisa bibin."

Çandar bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û anî ziman ku geşedanên li wir nişan dan, ku ew li cihê rehetî netirsiyaye.

Çandar ji bo vê mijarê wisa berdewam kir: "Li Kurdistana Iraqê gelek şaşiyên siyasî hatin kirin, ku ev şaşî ji wan nedihatin payîn. Careke din derket holê ku perçebûna kurdan bi heman kûrahiyê berdewam dike.

Herdu aliyên li Kurdistana Iraqê jî di derbarê hevdu de tiştên rast dibêjin, herdu alî jî mafdar in. Lê di encamê de navenda neteweyî ya kurd qada xwe ya bikêrhatinê wenda kir. Li gorî min gava bi sala 1975an re were miqayesekirin, kurd bi felaketeke nêzîkê wê demê re rûbirû bûn. Kurdan wenda kir. Mesûd Barzanî êdî nikare vegere. Bixwaze jî nikare vegere. Ji ber kKURD u wenda kir."

Cengiz Çandar di derbarê Rojava de jî anî ziman ku, ji xeynî Herêma Kurdistanê niha cihekî şênber û berbiçav Rojava ye û ev tişt lê zede kirin: "Ji aliyekî ve jî li Rojava rewşek heye. Tenê Sûriye wekî hêvî li holê heye, lê li wir jî tenê ne Îran û Tirkiye,

 Amerîka û Rûsya jî hene. Niha derfet li pêş kurdan hene lê siyaseteke afirîner, zîrek û xurt pêwîst e."

Çandar di derbarê rewşa kurdên li Tirkiye û Îranê de jî got, "Li Tirkiyeyê rejîmê niha gele kurd, têkoşîna kurd bin pê kiriye. Li Îranê jî ti tevger tune ye."

Rojname

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.